Gerîla: li ber dilê me pir şîrîn û pîroz e. Loma em vê
hunerê diyarê gerîla û cangorîyên
Kurdistanê dikin. Em dixwazin wan bi bîr bînin û bikin nemir.
Bîr û bawerîya Gerîla
Bîr û bawerîya Gerîla li ser azadî, xweza û evînê ye.
Azadî serbestî ye. Serbestîya raman, gotin û kirinan e! Xweserîya zindîyan e. Gerîla azadî ye. Bê azadîyê jîn nabe!
Loma em kincên Gerîla wer çê dikin ku mirov xwe têde azad hîs bike. Hemû karkerên Gerîla azad in û ji karên xwe razî ne.
Xweza zana bixwe ye. Zayîna bi serê xwe ye! Kanîya jîn û zanînê ye. Gerîla xweza ye. Bê xwezayê jîn nabe!
Loma em kincên Gerîla ji cawên xwezayî û domdar çê dikin. Em dixwazin xweza xwe biparêzin.
Evîn hezkirin e. Em ji hev hez kin, em dibin yek. Û em xwe nas dikin, bi dil û can! Gerîla evîn e. Bê evînê jîn nabe!
Loma em kincên Gerîla bi evîneke mezin çê dikin. Her wiha em wan bi rengên kurdî dixemilînin.
Gotin û nîşana Gerîla
Gotin û nîşana Gerîla di dîroka mirovahiyê de, bi taybetî di ya kurdan de, pir watedar e.
Gerîla ji zimanê spanî ye û tê gotina "şerê piçûk" ê li dijî zordestî û bindestîyê. Di
zimanê kurdî de Gerîla ji Şervanên Azadîyê yên Kurdistanê re tê gotin.
Jixwe divê mirov seva azadîyê şer bike. Loma şerê me ne piçûk e, gelek
mezin e.
Gerîla, li ber dilê me kurdan, gotineke pir giran û pîroz e. Berê me Gerîla mîna "zarên me", "zarên çolê", "zarên der" an jî "zarên çiya" bi nav dikir. Niha em ji Gerîla re dibêjin "heval", "şoreşger", "parastvanên gel" an jî "cangorî".
Nîşana Gerîla roj û kevok e. Her du li ezman in, nîşanên ronahî û azadiyê ne.
Roja
zêrîn ronahî (zanîn) û germahîya Gerîlayên Kurdistanê nîşan dide. Her
wiha newroza (roja nû ya) kurdan e. Bi xwe re biharê, havînê, evîn û
jînê tîne. Ji ber ku Zagros e, an jî: roj dizê. Roj zayîna dem, xwarin û
hêza xwezayî ya zindîyan (lawir, gîya û mirovan) e. Loma hê jî kurd
rojê mîna xwedayekê dibînin.
Kevoka spî nîşana aştî, azadî û evînê
ye. Bi xwe re hêvî û mizgînê tîne. Mizgînê dide yar û evîndaran. Mîna
ku Ûtnapiştî (an jî Pêxember Nû) û jina wî ji tofana li Kurdistanê
rabûbû, azad kiribû. Bi wan re zindîyên din jî filitandibû. Ji wir wê de
kevok bûye nîşana Tevgera Aştîyê ya Cîhanê û ya Tevgera Azadîyê ya
Kurdistanê. Berê Medan bi 11 eşîran yekitîya xwe çê kiribûn û azadîya
xwe bi dest xistibûn. Loma doçika kevokê ji 11 peran pêk tê. Di vê
sedsalê de jî divê kurd bibin yek û xwe azad bikin. Serê kevokê
ber bi çepê ye. Ev jî çepgirîya Gerîla dide xuyakirin. Baskên kevokê
vekirî ne. Ji ber ku hembêza Gerîla ji her kesê*î re vekirî ye. Jixwe
wekhevî di rengê spî de veşartî ye.
Bi giştî: Gerîla nîşana (serê) çîya ye. Gerîla nîşana azadîyê ye. Gerîla nîşana evînê ye. Gerîla nîşana xwenasînê ye.
Balkêşî: © ® Hemû mafên bikaranînê yên gotin û nîşana Gerîla tên parastin!