Monday 15 January 2024

Kinc-mincên din jî hene?

Na, niha siv pîqol hene. Le em dûra dixwazin koleksîonek jî çê bikin 😍

Pîqol çer tê şûştin?

  • Pîqolê Gerîla çep bike û li ser 30 °C bişo ⚠️
  • Spî neke❗️
  • Şûştina kîmyayî pêk neyne❗️
  • Makîna ziwakirinê bi kar neyne❗️
  • Gotin û nîşanê ûtî neke❗️

Saturday 13 January 2024

Hûn çima siv zimanê kurdî bi kar tînin?

Çaxa em nexwazin ku zimanê me wenda bibe, wê çaxê divê em zimanê xwe di her warî da bi kar bînin 😛 Divê kurdî nebe siv zimanê rojane, divê ew bibe zimanê kar jî. Kî gotîye kurdî bi kêr nayê? Ev gotineke saş e! 😡 Kurdî bi têra xwe heye! Le em dîsa jî dixwazin zimanê xwe pêş bixin û reng bidin dengê xwe ✊ Jixwe mirov bi reng û dengê xwe tê naskirin. Ji bîr neke: Zimane te bijî, tu jî dijî! Zimanê te hebe, tu jî heyî! 👅

Hûn çima vî karî dikin?

Em vî karî wek huner dibînin 🥸 Û em vê hunera xwe diyarê gerîla û cangorîyên Kurdistanê dikin 💚🧡💛 Em dixwazin bi vê hunerê wan bi bîr bînin. Wekî din em çima vê hunerê dikin? Bi hezaran sedem hene, hinek ji wan ev in: pê em rengê xwe biparêzin, pê em cil û bergên xwe vejînin, pê em çanda xwe pêş bixin, pê em hebûna xwe bide nasîn, pê em şoreşa xwe geş bikin ...

Sunday 7 January 2024

Gotina "Gerîla" qedexe ye?

Na, gotina "Gerîla" qedexe nine! 👍 Heta me "Gerîla" wek gotin û nîşan (marke û logo) seva cil û bergan li Yekîtîya Ewropayê parastîye ®️ Loma heya niha pir kesan pîqolên Gerîla ji me standine 👏

Friday 5 January 2024

Pîqolek bi çend ewroyan e?

Tu biryar bide! Çi ji destê te tê, wê bide! Le divê tu çend ewroyan bide me, pê em bikaribin debara vê hunerê bikin: loma perê şandinê jî ji kîsê tê ye 😊 Dema tu herî kêm du pîqolan bikirî, em ji te ra erzanîyekê çê dikin 😉

Friday 30 December 2022

Sersal pîroz be!

Em ji niha va Sersala gerîla û cangorîyên Kurdistanê ji dil û can pîroz dikin.

Em ji sala nû vê yekê dixwazin:

Serê salê, binê salê,
Gerîla azadîyê bîne malê¹!

Hûn dikarin wêneya me bi kar bînin û pê sersala hevalên xwe pîroz bikin.

¹ mal = Kurdistan